07 Adar 2016•Rojanekirin: 07 Adar 2016
BRUKSEL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu, li Bruksela paytexta Belçîkayê ku bi mebesta beşdarbûna lutkeya Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê (YE) li wê derê ye, civîneke sê alî digel Şansolyeya Almanya Angela Merkel û Mark Rutteyê Serokwezîrê Hollendaya ku nuha seroktiya serdemî ya YEyê dike, li dar xist.
Li baregeha Nûnertiya Daîmî ya YEyê ji bo Tirkiyeyê, Davutoglu, Merkel û Rutte rûbirû civiyan. Her sê serokan pişt ra, seroktî ji hevdîtina navbera heyetan ra kirin.
Nûnertiya Daîmî ya YEyê ji bo Tirkiyeyê, cara yekê ye di civîna serokê serdemê yê YEyê û serokwezîran da, bû mazûvan.
Hevdîtin ji çapemeniyê ra girtî nêzîka 5 seat û 45 deqîqeyan ajot.
Li gorî çavkaniyê Serokwezîrtiyê, di wê hevdîtinê da, mijarên weke pêşhatên Sûriyeyê, pêvajoya endamtiya tam ya Tirkiyeyê ji YEyê ra û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.