Mehmet Niyazi Deniz
30 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2023
Li Sêrtê ekîbên berfê yên şaredariyê amadehiyên xwe kuta kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn, ji bo ku rêyên bajêr neyên girtin û welatî mexdûr nebin, tevdîr hatin hildan.
Ekîban amadehiyên xwe temam kirin û wê bi 5 makîneyên kar ên kolandin û barkirinê, 2 qirêder, loder, 3 makîneyên kar ên verotinê, 2 makîneyên reşandina xoyê, 8 traktoran va wê bixebitin. Ji bo ku rê cemed negirin jî 100 ton xoyê wê were xebitandin.
Welatî di tengasiyê da dikarin li nimreyên 185 û 444 56 25 an jî nimreya êxbara whatsappê ya 0535 016 05 44ê bigerin û alîkariyê bixwazin.