Nihat Kavşut
03 Tebax 2020•Rojanekirin: 04 Tebax 2020
Li Şêrwana navçeya Sêrtê piştî operasyonên hêzên ewlehiyê aramî çêbû û heywandar êdî bi rehetî derdikevin Zozanê Bacavanê.
Zozanê Bacavanê yê di navbera sînorên Şêrwan û Perwariyê da dimîne û li texma herêma Daristanên Sehiyê dikeve piştî ku aramî çêbû bi keriyên mî û bizinan tije dibe û heywandar bi rehetî pezên xwe diçêrînin.
Heywandarên ji gundê Çeltîkyoluyê ji bona heywanên xwe biçêrînin derdikevin Zozanê Bacavanê ku 5 kîlomêtro dûr e û hezar û 500 mêtro bilind e.
Abîdîn Albogayê heywandariyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku berê nikaribûn bi rehetî derkevin zozanan û got ku niha bi rehetî diçin zozanan.
Li Sêrtê heywandar êdî bi rehetî derdikevin Zozanê Bacavanê
Alboga diyar kir gundên li herêmê debara xwe bi çandinî û heywandariyê dikin û wiha axivî: "Berê ji gund rê nediçû zozanan. Ewlehî û hizûra me jî tunebû, lê şikir ji Xwedê ra niha êdî hizûra me heye û bi rehetî derdikevin zozanan. Xwedê zewalê nede dewleta me. Em êdî bi wesaîtan diçin û şîrê xwe didoşin. Talûke jî qediyaye."
Abdurrahîm Apuhan jî destnîşan kir debara xwe bi heywandariyê dike û got ku çend sal e bi rehetî derdikevin zozanan.
Apuhan diyar kir berê nikaribûn herin zozanan û wiha peyivî: "Wexta hewa germ dibe em heywanên xwe tînin zozanan. Jinên bêrîvan rojê du caran tên zozanan. Şîr didoşin û penêr çêdikin. Gundiyên li derdorê bi wesaîtan tên û penêr dikirin."
Abdurrahîm Apuhan destnîşan kir berê ji ber ewlehiyê nikaribûn derkevin zozanan û got ku em niha tên zozanan û heywanên xwe diçêrînin.