08 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
ANKARA
Li Sêrtê hinek çekên ku di operasyona ser YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê de hatin bidestxîstin li mizgeftê, hinek jî li goristanê hatin dîtin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist li Sêrtê yekîneyên îstixbaratê agahiya YDG-Hya şaxa ciwaniyêji bo ku di bûyerên kolanan de û ji bo banga 'serhildanê' bi kar bîne çek û cebilxaneyê vedişerê, bi dest xistin û der barê rewşê de agahî dan ekîbên têkoşîna bi terorê re.
Li ser vê yekê ekîbên têkoşîna bi terorê re di heman demê de li Mizgefta Şêx Îsmaîl a li Kolana 155an a Taxa Dumlupinarê û Goristana Şêx Zeynep a li Taxa Conkbayirê di heman demê de lêgerîn kirin.
Di lêgerînên ku li mizgeftê hat kirin de 3 keleş, 3 tifingên bipompe û gelek kartuşên tifingên nêçîrê hatin bidestxistin.
Di lêgerîna li goristanê jî roketavêjek, 8 serikên roketan ên antîpersonel, 7 serikên roketan ên antîtank, 15 heb motorên sewqê û gelek guleyên kanasê û 4 bêtêl hatin bidestxistin. Der barê bûyerê de notirvanê goristanê Îbrahîm C. hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku dê operasyonên li herêmê berdewam bikin.
Midûrê Ewlehiyê yê Sêrtê Metîn Ozkan der barê bûyerê de got ku "Ev yek nîşan dide ku ev rêxistin li hember cihên wiha ku manewiyata wan zêde ye çiqas bêhurmet e û van deran ji bo kîjan armancan bi kar tîne."