Mehmet Niyazi Deniz
28 Mijdar 2024•Rojanekirin: 28 Mijdar 2024
SÎÎRT (AA) - Li Perwariya navçeya Sêrtê di qezaya ku çêbû da kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Li nêzî gundê Koprukoya li ser navçeyê otomobîla ku F.E.G. diajot û plaqeya wê hê nehatiye diyarkirin, serê sibehê ji rê derket û tilolî kendal bû.
Di qezayê da şofêr, Îbrahîm Sayin û H.O. birîndar bûn.
Li ser êxbarê ambulans, AFAD, UMKE û cendirme sewqî herêmê kirin.
Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê û ji birîndaran Îbrahîm Sayin digel midaxeleyan nefilitî û mir.