14 Sibat 2016•Rojanekirin: 14 Sibat 2016
ANKARA
Sererkaniyê daxuyand ku li Sûra navçeya Diyarbekirê û Cizîra navçeya Şirnexê 9 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Li ser malpera înternetê ya Sererkaniyê der barê bûyerên navxweyî de agahî hat dayîn.
Hat gotin ku li Sûrê di operasyonan de 6 endamên rêxistina terorê hatin kuştin, tivingek û jeneratorek jî hat bidestxistin. 6 teqemenî hatin îmhekirin. Li navçeyê hejmara terorîstên ku hatine kuştin gihîşte 196an.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Cizîrê jî 3 terorîst hatin kuştin û 2 kes jî hatin girtin.