14 Sibat 2016•Rojanekirin: 15 Sibat 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê di operasyona li hember terorê de terorîsteke jin hat girtin.
Walîtiya Hekariyê daxuyand ku tîmên ewlehiyê li hember çalakiyên rêxistina terorê PKKyê operasyonên xwe didomînin. Di operasyonê de jineke endamê rêxistinê hat girtin û hat gotin ku ew di sala 2011an de ketiye nav refên rêxistinê.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Jineke endamê rêxistina terorê di 13ê sibata 2016an de hat binçavkirin û di heman rojê de ji hêla dadgehê ve hat girtin."