Mesut Varol
11 Gulan 2023•Rojanekirin: 12 Gulan 2023
Li Edremîta navçeya Wanê nêzî 2 ton masiyên încî kefalê yên ku di Gola Wanê da dijîn û bi armanca xwerzdanînê berevajî avên şêrîn diçûn di coyekê da asê man û ew hatin xilaskirin.
Ji bo masiyên cisnê încî kefalên ku di Gola Wanê da dijîn qedexeya nêçîrê di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da tê sepandin.
Masiyên ji bo xwerzdanînê berevajî avên şêrîn diçûn li navçeya Edremîtê di coyekê ku ava wê kêm bûbû da asê bûn û hin dik ma biqelin.
Welatiyên ku rewşê dîtin xeber dan û ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Bajêr hatin ciyê bûyerê û avê berî coyê dan û nêzî 2 ton masî ji qelîbûnê xilaskirin.