Ahmet Sertan Usul
06 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2022
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, li Çataka (Şax) navçeya Wanê di opereasyona cendirmeyan da 3 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat diyarkirin, bi kordînasyona Fermandariya Şaxartêşa Asayîşa Cendirmeyê Wanê, ji hêla Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê bi beşdariya J-SÎHAyê va Operasyona Cendirmeyê Şehîd Onbaşiyê Pispor Suleyman Budak hat lidarxistin û li kirê Şaxê 3 terorîst tevî çekên xwe hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di operasyonê da 2 personelên me yên cendirme birîndar bûn û tedawiya wan didome. Li deverê operasyon didome. Vê mehê 2 li Şirnexê 3 li Wanê bi tevahî 3 terorîst di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî/Eren da hatin berterefkirin."