04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
VAN
Li parêzgeha Wanê di operasyona dijî rêxistina terorî PKKê da 30 berşik hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, ekîbên midûriyeta şaxa Dijî Terorê û yên Tevgera Taybet li navenda bajêr û navçeyan xebatên xwe yên astengkirina bûyerên terorê yên dibe ku rû bidin û herwiha deşîfrekirina fealiyetên rêxistina terorî PKK/KCKê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da ekîban operasyoneke hevdem birin ser hin adresan û 30 kes binçav kirin.
Li adresên berşikan alavên rêxistinî hatin qefaltin.