Mesut Varol,Hakan Sarı
25 Îlon 2022•Rojanekirin: 28 Îlon 2022
Li Wanê di demên dawîn da turîzm gelekî pêşva çû ku ji xwarinê bigire heta cihên lêmayînê, ji çûyîn û hatinê bigire heta konfeksiyonê di gelek qadan da karê esnafan zêde bû.
Ji Îran, Iraq û Ermenistanê gelek turîst tên bajêr, di nav rojê da cihên dîrokî û turîstîk digerin, danê êvarê jî dan û stendinê dikin û diçin cihên şahiyê behna xwe bidin.
Turîstên tên ziyareta bajêr bi dan û stendinên xwe va rûyê esnafan geş dikin.

Midûrê Çand û Turîzmê yê bajêr Erol Uslu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand sala 2022yan ji bo turîzma Wanê gelekî baş bû û wiha axivî: "Bi taybetî ziyaretvanên Îranî ji serê salê vir va tên bajêr ku ev pir biqîmet e. Piştî şewbê em dibînin ku hejmara ziyaretvanan ji sala 2018yan derbastir bûye. Ne tenê ji Îranê, ji welatên cînar Iraq û Ermenistanê jî gelek ziyaretvan tên.
Uslu got ji ber dewlemendiya çand û siruşta Wanê salên pêş me jî turîzm wê geş bibe.

Uslu anî ziman otel tevahî tije bûne û wiha dewam kir: "Ne tenê di qada cihên lêmayînê, di qadên birîn û anînê, acente, xwarin û vexwarin, dan û stendinê da jî em dibînin ku rûyê esnafan dikene. Tişta ku dikeve li ser me Waniyan ew e ku em vê rêjeyê biparêzin ku dewam bike, ziyaretvan bêyî ku tiştekî nebaş bijîn ji bajarê me veqetin û herin. Divê meriv jibîr neke ku domdariya turîzmê bi qasî kêfxweşbûna ziyaretvanan pêk tê. Ji bo ku em bigihêjin hedefên sala 2023yan, divê em ji niha va bixebitin. Di vê çarçoveyê da ji bo zêdekirina rojên mayîna ziyaretvanan em bi pêşengiya Midûriya Çand û Turîzmê em xebatan dikin ku destînasyonên nû çêkin."
Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê (TSO) Necdet Takva jî daxuyand ku li bajêr qerebalixiya turîzmê heye.

Takva diyar kir, ji serê salê heta 20ê îlonê dora 320 hezarî turîstên Îranî ji Deriyê Sînor ê Kapikoyê ra derbasî bajêr bûn û wiha dewam kir, "Em dibînin ku li bajêr kêfxweşiyek heye. Ev qerebalixî bi taybetî bandorê li ser sektora xwarin û vexwarin, sektora qonax û tekstîlê dike. Digel vê hemû sektor jî bi awayekî ne rasterast tesîrdar dibe. Ji bo ku derî 24 saetan vekirî bimîne, em dixebitin."
Takva wiha axivî:
"Turîst tenê li Wanê namînin, li Wanê herî zêde 15 hezar cî û nivîn hene seba mêvanan. 320 hezar merivên ku tên bajêr, derbasî herêmên turîzmê dibin. Bajarê me ji vî alî va bi temamî xizmeta turîzmê dike. Ji bo vekirina kursên Farisî em dixebitin. Me berê du qurs vekiribûn. Gava em li yekûna pereyê van merivan xerc kirin binêrin, em dibînin ku bi tenê di vê serdemê da 1,5 milyar lîre dahatek çêbû. Bi qedera sê mehan e di sektora ezimandinê da ji sedî 100 rêjeya tijîbûnê heye. Heya dawiya Mijdarê tijîbûn dê bidome. Ji bakurê Iraqê, Azerbeycan û Ermenistanê turîst tên. Li van welatan em fealiyetan dimeşînin da ku turîst bên."

Turîstê Îranî Ariyel Baragin wiha got, "Em her sal ji bo tetîlê tên Tirkiyeyê. Li Wanê gelek ciyên gerê hene. Îranî li vir pir baş tên ezimandin. Em Tirkiyeyê û Wanê pir diecibînin."
Benîmas Wahîdiyê tevî malbata xwe hatiye Wanê tetîlê wiha got, "Em ji bo cara ewil ji Deriyê Sînor Kapikoyê derbas bûn. Van rojan pir qelebalix e. Ji Îranê gelek însan tên. Ve der bajarekî pir xweş e. Em welatên cîran in. Ji ber ku em nêzîkî xwe dihesibînin, em Tirkiyeyê tercih dikin."