Nihat Kavşut
01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
ZONGULDAK
Li Kilîmliya navçeya Zonguldakê di madeneke taybet da hezaz çêbû û piştî 34 saetan cinazeyê Tayfun Keskîn (34) hat derxistin.
Di madena li texma Ayîçiya Gelikê ye ekîbên Saziya Komirê ya Tirkiyeyê û xebatkarên ji madenên derdorê hatin xebatên xwe temam kirin.
Cinazeyê Volkan Koroglu (32) bi destê xebatkarên madenê hat derxistin û cinaze birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturk a Zonguldakê.
Cinazeyê Tayfun Keskîn jî piştî 34 saetan hat derxistin û rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturk a Zonguldakê.
Li Ayîçiya Gelika beldeya Kilîmliyê di madeneke taybet da hezaz çêbûbû û Tayfun Keskîn û Volkan Koroglu mehsûr mabûn.