19 Hezîran 2016•Rojanekirin: 19 Hezîran 2016
ANKARA
LYS-1 azmûna matematîkê ya ku di çarçoveya Azmûnên Bicihkirina Lîsansê (LYS) da namzedên zanîngehê beşdar dibin, di saet 10.00an da dest pê kir.
Azmûna ku li Tirkiyê li navenda 81 bajarî û li Lefkoşaya Qibrisê tê kirin, 863 hezar û 176 namzedî serî lê da. Azmûnê di rûniştinekê da were kirin û 135 deqe bajo.
Di LYS-1ê da testên mamtematîk û geometriyê hene.
Seba 50 pirs testa matematîkê 75 deqe, 30 pirs testa geometriyê jî 60 deqe wext dan namzedan.
Kitêboka her testekî cuda ye, lê kaxizê bersivan yek e.