Malbatên ku zarokên wan ji aliyê rêxistinê ve hatin revandin û li ser rêya ber deriyê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê çalakiya xwe didomandin duh navber dabûn çalakiyê. Piştî vê navberê ekîba zabitayan bi sedema ku dê di refujê de xebat dê bên kirin, kon hatin rakirin.
Ekîba zabitayê merş, hesîr û wêneyên zarokan berhev kirin.
Malbatên ku du ji ber bûyerên Licê navber dabûn çalakiyê, îro dema ku hatin refujê, dêhna xwe danê ku konên wan hatine rakirin.
Malbatên ku çalakiya xwe didomînin dest bi gireva birçîbûnê kirin.
Reşît Koçê ku ji Şemzînana navçeya Hakkariyê ji bo keça xwe Zubeyde Koçê (19) hat û beşdarî çalakiyê bû, di daxuyaniya ku da nuçegihanê AAyê de diyar kir ku wan dest bi gireva birçîbûnê kir.
Koç got: "Ji bo ku em bigihîjin zarokên xwe, em ê du rojan gireva birçîbûnê bikin. Heke ku zarokên me neyên, em ê dest bi rojiya mirinê bikin. Em ji bo zarokên xwe li vê derê çalakiyê dikin. Ma derdê me ne besî me ye, di ser de zabiteyan çadirên me berhev kirin. Em li ber tavê man. Em nizanin ka em ê çawa li ber xwe bidin. Lê em biryardar in, em ê vê çalakiyê bidomînin"