Mehmet Niyazi Deniz
25 Gulan 2023•Rojanekirin: 26 Gulan 2023
Ji bo malbatên erdhejzede yên ku ji ber erdhejên 6ê sibatê li Sêrtê tên ezimandin, geşteke çandê hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Sêrtê, bi talîmata Walî û Wekîlşaredarê Sêrtê Osman Hacibektaşoglu, ekîbên Rêveberiya Çand û Karûbarê Civakî, di çarçoveya xebatên şaredartiya civakî de ji bo erdhejzede û zarokên wan ber bi Tilloyê ve geşteke çandê hat lidarxistin.
Malbatên ku ji malên wan ew hatin hildan, li navçeyê serdana merqedan kirin, li keleh û terasa seyrê geriyan û derfeta jinêzve dîtina bedewiya siruştî ya Dola Botanê bi dest xistin.