Daxwaza malbatan ev e ku zarokên wan radestî wan bên kirin. Malbatan vê daxwaza xwe ragihand parlementerên AK Partiyê Eronat û Beyazê û gotin ku ji ber ku zarokên wan ne li ba wan in, Cejna Remezanê jî xemgîn derbas bûye.
Herwiha malbatan tirsa xwe anî ziman û gotin ku ew ditirsin da ku zarokên wan jî bişînin şerê ku li Sûriyeyê diqewime.
Eronatê destnîşan kir ku ji bilî berdana zarokên wan tu daxwaza malbatan tune û got ku zarokên ku temenê wan di bin 15 salî de ne, li gor rêzikên navneteweyî, di dinyayê de zarok tên hesibandin û mafê tu kesî nîne ku van zarokan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.
Eronatê diyar kir ku sal û 8 mehin ku pêvajoya çareseriyê dan destpêkirin û di pêvajoyê de revandina zarokan bê wateye û wiha dewam kir:
"Em nizanin di pêvajoya çareseriyê de çima zarok hatin revandin. Ev tiştekî bê wate ye. Heke ku pêvajoya çareseriyê dest pê kir, heke ku êdî li serên çiya kes namirin û cinazeyên şehîdên me nayên çima ev zarokên me li serên çiya ne? Bila yek derbikeve û vê bûyerê rave bike. Pirseke ku dayik li ser radiwestin em jî dipirsin. Gelo çima ev zarokên me li serê çiya ne? Çi karê van zarokan li serê çiya heye? Tiştekî balkêş û eceb jî heye ku zarokên ku birin serên çiya hemû nexweş in. Gelo çima bi taybetî van zarokên nexweş hildibijêrin? Gelo armanca wan çiye, dixwazin di kîjan danûsitandinê de zarokên me bikar bînin? Dayik ji me van pirsan dipirsin, bila yek derbikeve û bersiva dayikan bide."
Beyazê jî bi dayikan re sohbet kir û wiha got:
"Daxwaza me ev e ku ev zarok vegerin ba malbatên xwe. Divê ji mafê dêyitî û bavîtiyê re rêz bê girtin. Bawer im ku dê di demeke kurt de ev pirsgirêk çareser bibe. Ez naxwazim êdî zarokên me bimrin. Ji bo li Tirkiyeyê hizûr pêk bê gelek gavên berbiçav hatin avêtin. Daxwaza van malbatan jî ev e ku zarokên wan vegerin."
Eronat û Beyaz der barê pirsgirêkên malbatan de agahî girtin û piştre ji kon veqetiyan.