VAN
Li Wanê komeke ji welatiyan, bi hinceta ku avên wan nayê û tengasiyê dikişînin rêya Wan û Ercîşê ji çûnûhatinê re girtin.
Di avahiyên ji aliyê TOKIyê ve li taxa Kalecîkê hatine çêkirin de 2 hezar û 458 kes dijîn û welatiyên li wir dijîn îdia dikin ku ev demeke direj e ava wan nayê.
Ji ber vê yekê niştecihên TOKIyê bi bidon û kupên avê li ser rêya Wan û Ercîşê çalakiyek li dar xistin.
Welatiyan got ku wan gelek caran serî li rayedaran xistine lê dîsa jî pirsgirêka wan çareser nekiriye û loma ketine tengasiyê. Ji ber rêgirtina trafîqê gelek tîmên polêsan jî hatin cihê çalakiyê.
Welatiyan piştî hevdîtînan çalakiya xwe qedand lê vê dorê jî meşiyan Midûriyeta Rewşa Acîl û Xelaskirinê (AFAD). Rayedarê AFADê Metîn Taş diyar kir ku ev pirsgirêk di rojekê de çareser nabe û got ji bo pirsgirêka nişticihên TOKIyê çareser bikin dest bi xebatê kirine.
Piştî çalakiya nêzî 2 saetan dewam dikir, rêya Wan û Ercîşê hat vekirin.