Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokomariyê bi Serokomarê Macaristanê Janos Ader re civîna çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Erdogan li ser pirsa penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê got ku heta niha ji Sûriyeyê milyonek û 700 hezar, ji Iraqê jî 300 hezar penaber hatine welêt û di çadir û konteyneran de dijîn.
Erdogan got ku ji bilî çadir û konteyneran penaber li gelek bajarên Tirkiyeyê jî bela bûne û wiha dewam kir: "Heta niha maliyeta vê nêzî 5,5 milyar dolaran li ser me bû mal. Heke hûn bêjin alîkariya ku ji Neteweyên Yekbûyî hat çiqas e, heta niha Neteweyên Yekbûyî 250 milyon dolar ji me re şandiye."
Erdogan got ku ji bo penaberên ku ji welatên cînar werin, deriyên wan her wext vekirî ne.
Serokomar Erdogan li ser pirsa ku der heqê hevdîtina wî û Serokê Bankeya Navendî Başçi de jê hat pirsîn wiha got: "Tu der tuneye ku li wê derê fikrên ji hev cudatir tunebin. Cudabûna fikran asayî ye, lê me di dawiyê de metnek eşkere kir. Weke ku di vê metnê de jî tê dîtin, em bi taybetî li ser mijara faîzê sekinîn, ji bilî vê em li ser geşedanên aboriyê, pêşveçûn û rewşa piştî vê qasê sekinîn. Bi taybetî der heqê van de hesasiyeta me ev e: Divê di veberhênan de sekn û paşketin çênebin. Me li ser van mijaran hevdîtin kir. Di vê mijarê de ji bo ku tevdîrên ji bo teşwîqa veberhênanan werin hildan, wezîfeya Bankeya Navendî jî heye. Me ev fikr parve kir. Sermişawirên aboriyê jî bi min re bûn û em û Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan Beg û Serokê Bankeya Navendî li ser van mijaran sekinîn. Me di dawiyê de xweş li hev anî. Hêviya min ew e ku piştî vê qasê em ê zêdetir werin bal hev û vê pêvajoyê bidomînin. Ji bo di veberhênanên Tirkiyeyê de paşveçûn çênebin û faîz zêde nebe, em ê hevdîtinan bikin û gavan biavêjin. Jixwe me bi hev re ev konsensus çêkir û hûn daxuyaniya me jî dizanin."
Serokomar Erdogan der barê vegera Hakan Fîdan ya li ser wezifeya xwe de got: "Ez bawer dikim, qirarê ku wî da, qirarekî rast e. Piştî vî qirarî me bi Birêz Serokwezîr re jî li ser vê rewşê hevdîtin kir. Em li ser hêla vî ya hiqûqî jî sekinîn. Birêz Serokwezîr jî li ser aliyê hiqûqî sekinî, min jî lêkolîna hiqûqî kir. Ji aliyê hiqûqê ve tu pirsgirêk tuneye ku cardin vegere ser wezîfeya xwe ya berê."