Elif Orhan
26 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ji bo ku encamên hilbijartinê binirxînin bangî Meclisa Partiyê (MP) kir ku di 28ê hezîranê roja pêncşemê derasayî bicive.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin civîn dê li navenda giştî ya partiyê di saet 14.00ê de destpê bike.
Di civînê de dê li ser encamên hilbijartinê bisekinin û Kiliçdaroglu dê biaxive.
Di nav madeyên rojevê yên civînê de "hevdîtina li ser miameleyên sewqa disîplînê" jî heye.