İbrahim Atmaca
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 29 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Li gelek deverên Stenbolê şiliyeke gur dibare û birûsk davêje.
Li hêla Anodolu û Ewropayê baranê serê sibê 08.00î da dest pê kir û tesîreke nebaş li ser jiyanê dike.
Ji ber hewayê hin seferên Xeta Bajêr nehatin kirin.
Li gor hişyariya ku ji Midûriya Herêma 1em a Meteorolojiyê hat dayîn jî, "Şiliyeke gur li rojavayê Marmarayê (Edirne, Kirklarelî û Tekirdag) û li der û dora Stenbolê tê payîn û ji bo vê jî divê welatî seba lehî, zîpik, birûsk û bagerê hişyar bin û tevdîra xwe hildin."