10 Nîsan 2016•Rojanekirin: 11 Nîsan 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di operasyonan de 5 terorîstên ku hewl didan ji tunelê êrîşî hêzên ewlehiyê bikin, hatin kuştin.
Li navçeyê piştî ku di 13ê adarê de qedexeya derketina derve hat îlankirin, operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonên ku ji bo rakirina barîkatan, girtina çalan, îmhakirina teqemeniyan û berterefkirina endamên rêxistina terorê dewam dikin de car caran pevçûn jî derdikevin.
Li taxên Yenî, Cumhuriyet, Eski Kişla, Orman, Yeşildere, Mezarlik, Esentepe, Dîze û Gungorê ev 29 rojin operasyon dewam dikin.
- Plana wan a xayîn neçû serî
Endamên rêxistina terorê ji ber ku di operasyonan de asê dimînin, hewl didin ku bi rêyên din ve êrîşî hêzên ewlehiyê bikin.
Li taxa Dîzeyê hêzên ewlehiyê dema lêgerîn dikirin rastî tunelekî hatin. Hat dîtin ku 5 terorîstan di navbera du avahiyan de tunelek kolane ku amadehiya êrîşa hêzên ewlehiyê dikin.
Hêzên ewlehiyê di pevçûnê de endamên rêxistinê kuştin û plana wan a xayîn neçû serî.
Hejmara terorîstên ku di operasyonan de hatin kuştin gihîşte 144an.