01 Sibat 2016•Rojanekirin: 03 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Mustafa Efe li Uskudarê melayê Mizgefta Azîz Mahmud Hudayî ye. Mela anî deriyê mizgeftê ji pişîkên sikakê re vekir û hem cemaatê hem jî şopînerên wî yên li ser medyaya sosyal mele taqdîr kirin.
Piştî ku cemaatê anî wêneya mele Mustafa Efe û pişîkan bi hev ra kişand û li ser medyaya sosyal parve kir, li Tirkiyê û ji derva gelek kesan eleqe nîşan dan.
Efe deriyê mizgeftê ji pişîkan ra vekir, dema ku vaazan dide jî bi pişîkan ra eleqedar dibe. Vê yekê bala çapemeniya Ewropayê jî kişand. Ev wêne li ser medyaya sosyal hatin parvekirin. Di hin manşetên rojnameyan da ji bo wêneyan hat gotin ku ev wêne "Îslamofobiyê têk dibe".
Efe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev şewqata ku ew nîşanî pişîkan dide, divê hemû misilman vê şefqatê nîşan bidin.
Efe diyar kir ku Hezretî Muhammed gotiye pişîk necîs nîne, wek însana ye, heta der heqê mijarê da wiha gotiye: "Pişîk wek însana ye. Meriv dikare bermahiya pişîkan bixwe û avrûya wan vexwe".
Efe destnîşan kir ku îslam dînê şefqat û merhemetê ye û wiha dewam kir: "Dînê şefqat û merhametê îro hatiye halekî wisa ku bi wehşetê ra tê behskirin. Fêmkirina vê ne mimkun e."