İSTANBUL
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş beşdarî fitara Odeya Bazirganiyê ya Îstanbûlê bû. Li vê derê diyar kir ku Tirkiye di heyameke pir girîng re derbas dibe. Bagiş wiha dewam kir: "Bi rastî meha gulanê ji bo bernîşaneyên Tirkiyeyê meheke serfiraz bû. Li Tirkiyeyê bi hinceta 5-6 darên Parka Geziyê alozî derxistin. Tirkiye bi bîrbiriya gelê xwe ji heqê vê aloziyê derket.
Wezîr Bagiş dûpat kir ku divê Tirkiye bigihêje standardên Yekîtiya Ewropayê û ji bo wan jî gavên girîng bavêje. Bagiş anî ziman ku Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê gavên gelek girîng avêtine û wiha pê de çû: "Turgut Ozal di hevpeyvîneke xwe de gotibû ku "Dayika min kurd e" di hevpeyvîneke xwe ya din de jî gotibû ku "Xaltiya min bi tirkî nizane" lê Ozal nikaribû bibêje; ez kurd im. Welatekî ku Serokomarê wî nikaribû bibêjê ez kurd im, niha televizyona wî welatî 24 saetan weşana kurdî dike. Mehkûm dikarin bi dayikên xwe re bi kurdî biaxivin. Welatiyên ermenî piştî 112 salan li Akdamarê, welatiyên ordotoks piştî 88 salan li Sumelayê li gor dînê xwe dikarin îbadetên xwe bikin. Em ne li hemberê azadiya baweriyê ne. Piştî Ataturk ev cara ewil e ku serokomarek diçe cemxaneyekê. Êdî serokwezîrekî me yê ku di rojiya Mûharemê de bi welatiyan re li heman sifreyê rûdinê heye. Dema ku em Tirkiyeyê bi rojên berê re bidin li ber hev, em dikarin bibêjin ku baş e lê ne tekûz e.
Bagiş derbarê têkiliyên Tirkiye û Ermenistanê de jî axivî û got: "Tu pirsgirekeke Tirkiyeyê bi Ermenistanê re tuneye."
Bagiş derbeyên leşkerî jî şiband dagirkirinê û got ew xala ku rê li derbeyê vekir me rakir û Tirkiye di qada demokrasiyê de bi hêz bû.
Bagiş dûpat kir, ew xalên ku endamên Komîsyona Lihevkirina Makezagonê li ser li hev kirine, heke bixwazin li meclisê di şevekê de dikarin erê bikin û wiha dewam kir. "Guhertina xalan, Tirkiyeyê ji şerma makezagona derbeyê xelas nake. Em hemûyan biguherînin. Heta ku em xalan diguherînin, em makezagonê biguherînin. Ger hewce be em biçin referandûmê. Li Tirkiyeyê em nîqaşên xwe li ser vê makezagona sîvîl bikin. Reform pêvajoyeke neqediyayî ye."