23 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Komîsyona Zanîngehê ya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Ciwaniyê ya Anadoluyê (AGD) li hewşa Mizgefta Fatîhê, Metîn Yukselê ku di êrîşa 23yê sibata 1979an de hat kuştin, bi bîr anî.
Bername piştî nimêja sibehê bi xwendina biyografiya Yuksel dest pê kir. Di bernameyê da Serokê Şaxa Stenbolê AGD Alî Ugur Bûlût behsa girîngiya şehadetê kir.
Bulut got: "Birayê me Metîn Yuksel bi cîhadê gihaş meqama şehadetiyê. Yuksel weke neferekî tevgera fikra neteweyî ku wê demê bi tena serê xwe tevgera cîhadê dikir, jiyana xwe derbas kir. Hûn jî dî vê demê de weke ciwanên AGDê di hereketa cîhadê ya fikra neteweyî de cih digrin. Xwede ji we gişta razî be. Cenabê Xwede bila weke Hz. Hemza şehadetê nasîbî we bike.
Kom helbesta ji bo Metîn Yuksel hatibû nivîsandin bi hev re xwend û belav bû.