ANKARA - Hasan Oymez
Lijneya Bilin a Hilbijartinê (YSK) diyar kir ku bi raya giştî biryara, hewce nîne wezîrên dê bibin namzet ji wezîfeya xwe îstîfa bikin, da.
Lijne di Serokatiya Sadî Guven de civiya. Di civînê de, amadehiyên berî hilbijartinên îdareyên herêmî hatibûn kirin, hatin nirxandin.
Serokê YSKê Guven got: "Me di civînê de li ser rewşa wezîrên dê bibin namzed nîqaş kir. Civîna ku hemû endamên me beşdar bûbûn de, me bi raya giştî biryara hewce nîne wezîrên dê bibin namzet ji wezîfeya xwe îstîfa bikin, da."