01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Mijdar 2015
ANKARA
Li seranserê welêt dengdayîna hilbijartina giştî ya parlementeriyê bi dawî bû.
Li gorî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li 32 bajarên rojhilatê dengdayîna ku di saet 07.00an de dest pê kir, di saet 16.00an de bi dawî bibû.
Li bajarên mayîn dengdayîna ku di saet 08.00an de dest pê kir jî di saet 17.00an de kuta bû.
Dengdêran li seranserê Tirkiyeyê di 175 hezar û 6 sandoqan de mafê xwe yê dengdayînê bi kar anîn.
Digel bidawîbûna wextê heger li ser sandoqan ji bo dengdayînê kes mabin, wê çaxê serokê lijneya sandoqê dê van kesan bijmêre û bi dorê destûrê bide ku ev kes raya xwe bidin.
Di vê navberê de li gumrikan jî dengdayîna hilbijêrên li dervayî welat jî bi dawî bû.
- Rayên ji dervayê welat dê di heman demê de bên vekirin.
Rayên ji dervayê welat ên ku li Lijneya Hilbijartina Navçeyê ya Dervayê Welat tên parastin jî dê bi vebûna dengên din re hemwext bên vekirin û bên hejmartin.