31 Adar 2016•Rojanekirin: 03 Nîsan 2016
BÛDAPEŞTE
Nivîskarê macar ê xwediyê Xelata Nobelê Îmre Kertesz di 86 saliya xwe da mir.
Weşanger Magveto Kiado daxuyand ku nivîskarê navdar ê ku demeke dirêj nexweş bû, li mala xwe ya li Bûdapeşteyê li gorî wextê herêmî di saet 04.00an da mir.
Kertesz di 9ê Mijdara 1929an da ji malbateke cihû hatibû dinyayê. Di Şerê Cihanê yê Duyemîn da dema ku Kertesz hê 14 salî bû, pêşiyê ew şandin Kampa Civanê ya Auschwitzê dû ra şandin Kampa Buchenwaldê. Kertesz bi romana xwe "Bêsiûdî" du tê da qala serpêhatiyên xwe dike va di sala 2002yan da Xelata Nobelê ya Edebiyatê wergirtibû.
Hemû neferên malbata Kertesz di kampa civanê da miribûn û piştî bidawîbûna şer, Kertesz vegeriya welatê xwe û wekî rojnameger xebitî û her wisa seba ku xwe pê xweyî bike wergerî jî kir. Kertesz berhemên nivîskar û ramanyarên navdar ên mîna Nietzsche, Hofmannsthal, Schnitzler, Freud, Roth, Wittgenstein û Canetti wergerandin macarî.
Berhemên Kertesz bal gelek zimanan hatin wergerandin û wî di 1995an da Xelata Brandenburgê û di sala 2004an da jî Xebata Goethe stand.
Berhemên Kertesz ên mîna "Bêsiûdî", "Diaya Seba Zarokê ku Dê Jidayîk Nebe", "Fiyasko", "Tasfiye" û "Çîrokeke Polêsiye" bal tirkî hatin wergerandin.