Peşêwê ku çend roj berê hat Tirkiyeyê û li Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê geriya û bi xwendevanên xwe re hate bal hev, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û pirsan bersivand.
Peşêw der barê namzednîşandana xwe ya ji bo Xelata Nobelê de wiha got: "Xelata Nobelê meseleyeke siyasî ye. Heke meseleya Kurdistanê çareser bibe, Ebdulla Peşêw nebe jî dê Ebdulla Peşêweke din derkeve holê. Kîjan edebiyatnasên kurd wek namzed hatine nîşandan, nizanim. Heke xelatê nedin min, ez bawer dikim ku dê 20 an jî 50 sal bi şun de kurdekî din dê Xelata Nobelê werbigre."
Peşêw der heqê helbesta kurdî de û ya dinayayê de jî wiha axivî: "Der barê helbesta kurdî de gotineke rûsan tê bîra min, 'Helbest ji helbestê mezintir e.' Ev gotin ji bo edebiyata kurdî jî derbas dibe. Li Kurdistanê dema ku helbestvan helbestên xwe dibêjin, ez wê kelecana berê nabînim. Helbest li her derê tê xwendin. Li parlementoyê jî siyasetmedarî dikare bi rêya helbestê fikr û ramanên xwe bibêje. Di edebiyata kurdî de ji bo helbestê eleqeyeke mezin heye. Li Kurdistanê rola helbestê mezin e."
Peşêw li ser pirsa ku "Hûn di helbesta kurdî de xwe li ku derê dibînin?" jî wiha got: "Wekî hemû helbestvana me û ji kesî zêdetir nînim. Helbestvan bi domana demê re derdikeve holê. Di nivîsandina helbestê de ji bo min zimanê kurdî, jin û Kurdistan zehf girîng e, ez îlhama xwe ji wan distînim."
Peşêw di kurdî de li ser tunebûna elfabeyeke hevbeş jî sekinî û wiha peyivî: "Ev mijareke taybet e, ez nikarim tiştekî bibêjim. Lê dikarim bêjim ku nivîsandina bi du elfabeyan mijareke teknîkî ye, di pêşerojê de dê çareser bibe. Ji ber ku em bê dewlet in, bername û projeyên me yên hevbeş ên li ser çand û ziman tuneye. Zimanê kurdî ji 2 hezar salan zêdetir e ku di bin zordestiya dewletan de ye."
Peşêw der barê bikaranîna elfabeyên erebî û latinî de jî wiha got: "Her kes hînî elfabeya xwe bûye. Ez elfabeya erebî bi kar tînim. Lê ereb û faris ji vê elfabeyê fêm nakin. Lewra çawa tê nivîsandin, wisa tê xwendin, çawa tê xwendin wisa jî tê nivîsandin. Li gor texmîna min dê bi demê re ev mesele çareser bibe."
Peşêw pêvajoya çareseriyê jî wiha nirxand: "Ji bo cînartiyê aştî girîng e. Divê her kes li welatê xwe azad bijî û di nav azadiyê de zimanê xwe bi kar bîne. Heke ev hebe, ew welat azad e."
Peşêw di berdewamiyê de wiha axivî: "Ji ber ku ez hatime bextewar im. Ya rast berê jî çend caran hatibûm welatê xwe yê Kurdistana Bakur. Li Mêrdîn, Diyarbekir û Bedlîsê geriyabûm."