10 Tebax 2016•Rojanekirin: 11 Tebax 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan xîtabî welatiyên ku seba nobeda demokrasiyê li Kulliyeya Serokomariyê ya Beştepeyê civiyan, kir. Erdogan di destpêka xîtaba xwe da wiha got, "Enqere yek ji wan bajarên me bû ku roja rizgariya wê tunebû. 15ê tîrmehê digel tevahiya Tirkiyeyê roja rizgariya Enqereyê jî ye."
"FETO dev ji nobeda îxanetê berdide, PKK dest pê dike, ew dev jê berdide DAÎŞ dest pê dike"
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Nobeda demokrasiyê ne tenê hin saetên diyar de tên kirin, li cihên diyar nayê kirin. Em ê rojê 24 saet, 365 rojên salê li malên xwe, li kargehên xwe li her derê xwedî demokrasiya xwe, azadiya xwe, dewleta xwe û dahatûya xwe xwedî derkevin.
Diyar nabe ka gelo dê tehdîd, dafik, îxanet, sabotaj ji ku, kengî, ji kî bê. Îro li Şirnexê dîsa şehîdên me hene. Li Mêrdînê, li Diyarbekirê teqîn hene. FETO dev ji nobeda îxanetê berdide, PKK dewr digire, ew berdide DAÎŞ hildide. Em dizanin ku hewcedariya xulqiyeta hemûyan ev e, em dizanin ku hewcedariya xûyê van hemûyan ev e. Ew jî vê dikin. Hewcedariya qerekterên xwe dikin."
"Ya Tirkiye yan jî FETO"
Serokomar Erdogan der barê mijara îadekirina FETO da jî wiha got, "Zû yan dereng Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî dê tercîhekê bike. An Tirkiye yan jî FETO. An FETOyê terorîstê derbeker an jî Tirkiyeya welatê demokrasiyê. Divê vê tercîhê bike."
Serokomar Erdogan wiha dewam kir, "Ew dê yek dudu di nobedên îxanetê de bicehimin, em ê di nobedên demokrasiyê de, di parastina welêt de, ewelallah bibêjin ku 'Şuheda dê jê derkeve heke tu axê biguvêşî axê, şuheda, heke Xwedê can, canan û hemû tiştên min ji min bistîne jî bila tenê min neke ji welatê min cuda" û rêya xwe berdewam bikin."
"Ev gel ji îxanetê ra nabêje ser çavan"
Erdogan got ku ev çendîn sal in ku ew dijî neheqî, bêhiqûqî, bêbextî, riyakariya vê rêxistina xayîn têdikoşiyan û wiha destnîşan kir, "Niha xwîn jî bi destê wan hesikî. Hem jî xwîna gel. Ev gel her xetayê efû dike, her kêmasiyê xweş dibîne lê musamahayê îxanetê nake. Rêxistina Terorê ya Fetullahî îxanet li welêt jî li gel jî kir. Ew terora ku van xayinan di bin dîmena teşebûsa derbeyê de nîşan dan ji bilî provaya dagirkirina welêt pê ve tiştekî din nîne. Em dizanin ku ew kesên ku hember gelê xwe çekan bi kar bîne welatê xwe jî dikare pêşkêşî kesên din bike."
"Emê navberekê bidin nobedên demokrasiyê"
Serokomar Erdogan got, "Ez spasiya welatiyên xwe yên ku bi coş û weqara xwe ya di nobedên demokrasiyê de girêdana xwe ya hember welat û gelê xwe nîşanê cumle alemê dan, dikim û xeberdana xwe wiha kuta kir, "Ez dibêjim ku Xwedê welat û gelê me bila heta hetayê biparêze. Û em niha bêhnvedanekê didin û navberê didin van nobedên demokrasiyê. Lê em ê ji alema rihê xwe, ji alema dilê xwe van nobedan dernexînin."