Ahmet Aydın
16 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê di operasyona ku 21 gumanbarên sewqî dadgehê hatibûn kirin de kesek hat girtin, 10 kes piştî wergirtina îfadeyê û 10 kes jî bi merca kontrola dadî ve serbest hatin berdan.
Ekîbên têkoşîna dijî terorê yên Midûriya Bajêr ya Ewlekariyê di çarçoveya operasyonên dijî DAEŞê da, berî 4 rojan, girtibûn ser avahiyekê li taxa Beykapisiya navçeya Eyyubiyeyê û 21 gumanbar binçav kiribûn. Piştî kontrola tendirustiya wan li nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Şanliurfayê, di bin tedbîrên berfireh yên ewlekariyê da ji dadgehê ra hatin sewqkirin.
Yek ji gumanbarên binçavkirî hat girtin û 10 piştî îfadedanê ji dozger ra û 10 jî bi merca kontrola dadî serbest hatin berdan.