06 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê de çek, muhîmat û malzemeyên jiyanê yên rêxistinê hatin desteserkirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat hildan operasyona bi piştevaniya hêzên asîmanî li herêma Marûnisê û Çiyayê Qatoyê ku navbera Hekarî û Bêtşebabê de ye hat destpêkirin berdewam e.

Di operasyona ku bi tevkariya ekîbên Şaxa Herekata Taybet a Midûriyeta Ewlekarî û Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr, Fermandariya Tûgaya Komando û Çiya ya Hekariyê tê birêvebirin de di şikeft û stargehên li herêmê ên rêxistinê de çek û muhîmat hatin desteserkirin.
