02 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
MARDÎN
Hat ragihandin ku li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê de 318 terorîst hatine kuştin, 227 barîkat hatine rakirin û 740 teqemeniyên bidestçêkirî hatine îmhekirin.
Walîtiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku li navçeyê operasyona ku bi mebesta dagirtina çalan, rakirina barîkatan, îmhakirina teqemeniyên veşartî, parastina ewlehiya can û malê gel, di 14ê adarê de dabûn destpêkirin, berdewam dike.
Hat destnîşankirin ku li herêma operasyonê hezar û 154 pakêt xurek belavî malbatan kirine, hezar û 643 kesan ji dermanxaneyên nobedar sûd wergirtine û dan zanîn ku hemû bangên ku gihan Servîsa Acîl a 112an hatin pêkanîn, hezar û 430 welatî jî tehliyeyê herêma ewledar kirine.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin:
"Di operasyonê de heta îro 318 terorîst hatine kuştin, 227 bergirî hatine rakirin û 740 teqemeniyên bidestçêkirî hatine îmhakirin. Di seranserê operasyonê de 54 peywirdarên me yên ewlehiyê şehîd ketin. Ji bo ku aramî û ewlehiya welatiyên me yên li herêmê bê pêkanîn û bikarin bi rehetî jiyana xwe berdewam bikin dê bi biryardarî fealiyetên ku di çarçoveya têkoşîna dijî mensûbên rêxistina terorê berdewam bikin."