02 Gulan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Muharrem Malazgîrt ku tevî înşeat, tefrîşat û alavên wê yên teknîkî 22 milyon lîre lê hatibû xerckirin, bi destê terorîstan hat şewitandin. Texrîbata dibistanê da nîşan ku terorîst çiqas zirarê didin dezgehên perwerdeyê.
Di çarçoveya "Operasyona Çawişê Pisporê Cendirme Ramazan Gulle" ya ku li Yuksekovayê piştî qedexeya derketina derva ya di 13ê adarê da hatibû destpêkirin û 12 roj berê jî kuta bibû da xebatên lêgerîn û lêkolînê didomin.
Hêzên ewlekariyê di operasyonê da li taxa Mezarlik, Yenî, Eskî Kişla, Orman, Yeşîldere, Dîze, Cumhuriyet, Gungor û Esentepeyê nêzîkî 200 terorîstî kuştin û operasyon bidawî anîn. Di xebatên piştî operasyonê yên lêkolîn û lêgerînê da derket holê ku mensûbên rêxistina terorê zirareke mezin dan Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Muharrem Malazgîrt.
Di destpêka sala perwerdeyê da ket xizmetê
Eşkere bû, lîseya ku ji aliyê Rêveberiya Piyangoya Neteweyî va li taxa Ormanê bi 22 milyon lîreyî hat çêkirin, di dema operasynê da ji aliyê terorîstan va wekî qaşo "biryargeh" û "îmalatxaneya teqemeniyan" hat emilandin.
Derket holê ku rêxistina terorê ya ku çi ji destê wê tê, dike û hewl dide ku xelkê herêmê û zarok ji perwerdeyê mehrûm bimînin, bi teqemeniyên xumalî zirar dan avahiyên dibistanê û di dîwarên dibistanê da qul vekirin û tê ra gule berdan hêzên ewlekariyê.