28 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku di operasyonên li Sûra navçeya Diyarbekirê û Cizîra navçeya Şirnexê da 6 terorîst hatin kuştin.
Di malpera înternetê ya Sererkaniyê da der heqê bûyerên girîng ên ku li hundirê welat qewimîn da agahî hat dayîn.
Li gorî vê, di operasyona dijî rêxistina terorê ya li Cizîra navçeya Şirnexê ya duhê da 2 mensûbên rêxistinê hatin kuştin. Di operasyonên li navçeyê da hejmara terorîstên ku hatin kuştin derket 467an.
Di operasyonê da 10 teqemeniyên xumalî hatin îmhakirin, kalaşnîkofek, 5 tifingên nêçîrê, dûrbînek, 5 şarjorên kalaşnîkofan, 58 fîşengên van tifingan, 140 fîşengên bîxiyê, 50 fîşengên tifinga nêçîrê, 2 bêtêl û dokûmenên rêxistinê yên cûrbecûr hatin bidestxistin.
Di operasyona duhê ya li Sûra navçeya Diyarbekirê da jî 4 terorîst hatin kuştin. Di operasyonên li Sûrê da hejmara terorîstên ku hatin kuştin derket 138an.
Hejmara tevahiya terorîstên ku li herdu navçeyan hatin kuştin jî derket 605an.