29 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê li nêzî mala ku tê îdiakirin birîndar di bodrima avahiyê da hene, endamên rêxistina terorê êrîşî hêzên ewlehiyê kirin û di êrîşê da çawîşekî pispor cangorî bû.
Li gor agahiyan li taxa Cûdiyê di operasyonên li dijî PKKya rêxistina terorê da, li nêzî mala ku tê îdiakirin birîndar di bodrima avahiyê da hene, endamên rêxistinê gule berdan hêzên ewlehiyê.
Hat destnîşankirin ku di êrîşê da çawîşê pispor ê ku giran birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê digel midaxeleyê cangorî bû.
Di daxuyaniya Serokatiya Sererkaniyê da jî hat destnîşankirin ku li Cizîrê di operasyonên ku dewam dikin da endamên rêxistina terorê êrîş kirin û di êrîşê da çawîşekî pispor cangorî bû.