04 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Bersûcekî ku endamê PKKya rêxistina terorê ye, bi hinceta ku 4 sal berê li Diyarbekirê telîmat da û molotof avêtin 3 dibistanan û tê da 4 kes birîndar bûn hat darizandin. Bersûc bi muebbeta girankirî û 52 sal cezayê hebsê xwar.
Darizandin li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê hat kirin. Bersûcê girtî Cafer A. li Girtîgeha Girtî ya Sêrt E Tîpiyê bi Pergala Deng û Dîmenê (SEGBIS) va beşdarî rûniştinê bû.
Dozgerê Komarê li gor naverokê mutala amade kir û got ku bersûc qaşo berpirsê Tirkiyê yê yekîtiya xweparastinê (OSB) ya li ser HPGya şaxa çekdar a PKKya rêxistina terorê ye, telîmat da û bi molotofan êrîş li Dibistana Seretayî ya Vehbî Koç û Ataturk û Lîseya Şehîtlîkê hat kirin û tê da 4 kes şewitîn û mirin. Ji ber vê hincetê divê bersûc were cezakirin.
Bersûc Cafer A. diyar kir ku mutalaya li gor naverokê ya dozger ne wisa ye û sûcê xwe red kir û xwest ku were berdan.
Piştî parastinê heyeta dadgehê ji ber sûcê "xerabkirina yekîtiya dewletê û xerabkirina yekparetiya welêt" cezayê heta hetayê yê girankirî da bersûc.
Ji ber ku 4 kes "bi qesta kuştinê teşebbus kiriye" jî 52 sal ceza dayê.