DIYARBAKIR
Komek ji endamên şaxa Ozgur-Dera Dîyarbakirê, êrîşa bi çekên kîmyewî şermezar kir.
Girse li ber Plaza AZCyê ya li navçeya Yenîşehîrê kom bû. Serokê Ozgur-Dera Şaxa Diyarbekirê Murat Koç daxuyaniya çapemeniyê xwend, di serî de komkujiya Sûriyê şermezar kir û da zanîn ku Îran û Hîzbûllah jî hevkarên Esed in.
Koç diyar kir ku li ser malperan jî gelek wêneyên komkujî û qetlîamê tên parvekirin, ev wêne jî komkujiya li Şamê baştir radixe ber çavan.
Girse piştî daxuyaniya çapemeniyê belav bû.