Haydar Şahin
14 Gulan 2020•Rojanekirin: 17 Gulan 2020
Kêmzêde 12 hezar pale û malbatên wan ên ji bajarên der û dorê, Rijholat û Başûrê Rojhilatê welêt hatin Edeneyê di komên li zevî û baxçeyan datînin da dijîn û ligel kelekela germahiyê ji bo nanê xwe dixebitin.
Hinekên wan biharê, hinekên wan beriya hêşinbûna nebatên li Çukurovayê ji Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û bajarên li der û dorê tên ku wekî paletiya berwext dikin. Pale herî zêde havînê dixbitin.
Pale bi taybetî li navçeyên Ceyhanî Karataş û Yuregirê konên xwe li nêzî zevî û baxçeyan datînin û bi yewmiye dixebitin. Pale ji gelek îmkanan mehrûm jiyana xwe didomînin.
Malbat ji bo nanê xwe bi dest bidin di kelekela germahiya hewayê da têkoşînê didin.
Pale hem li zeviyan hem jî li konên xwe germahî û tênehiyê dixwin.
- "Di konan da rojên me zor derbas dibin"
Aysel Topala ji Maraşê bi malbata xwe ra hat herêmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku mêrê wê li baxçeyên narenciyeyan dixebite.
Topalê got ku ew jî bi zarên xwe yên piçûk ra di kon da dijî û wiha axivî: "Ez li kon herdu zaran xwedî dikim. Lêbelê carinan li zeviyan jî dixebitim. Karekê zor e lê ez jê hez dikim. Dema diçim paletiyê xwesiya min an jî balduza min li zaran mêze dikin."
Done Aktoka di kon da bi malbata xwe ra dijî jî diyar kir ku bi eqrebeyên xwe ra tê bajêr û li zeviyan paletiyê dike û wiha pê da çû: "Em mecbûr in ku bixebitin. Dema nexebitin birçî dimînin."
Gullu Topalê jî got mêrê wê 10 sal e paletiyê dike, bi malbatî di kon da dijîn û wiha axivî: "Di konan da rojên me zor derbas dibin. Hem germ e hem jî remezan e. Lêbelê Xwedê ji vê kêmtir neke."
- Hinekên wan tevahiyê jiyana xwe di konan da derbas dikin
Hasan Yavuzê pale jî diyar kir ku ji 10 salî zêdetir e ku li zevî û baxçeyan dixebite û wiha got:
"Em di demsalê da nayên, 12 mehên salê li vê derê ne. Em bi tenê di eydan da diçin memleketê xwe. Piştî eydê dîsa vedigerin. Karê xwe dikin. Em li baçeyên narenciyeyan dara şitil dikin, şitlan dadiçikînin, daran derman dikin. Çi karî bidin ez wî dikim. Karê me zor e lêbelê em mecbûr in vî karî bikin. Ji bo pêşeroja xwe dixebitin. Zivistana vê derê zor e. Konên me di heriyê da dimînin."