07 Sibat 2016•Rojanekirin: 08 Sibat 2016
ŞIRNAK
Xwendekarên mexdûrê terorê yên ku bi mebesta perwerdeya telafiyê ji Silopiya navçeya Şirnexê çûbûn Batmanê perwerdeya xwe qedandin.
Wezareta Perwerdeya Neteweyî, li Silopiya navçeya Şirnexê, xwendekarên pola 8 û 12an ku di encama êrîşên endamên PKKya rêxistina terorê ji perwerdeya xwe bêpar bibûn, bi mebesta perwerdeya telafiyê şandibûn Batmanê. Xwendekarên ku perwerdeya xwe ya telafiyê qedandin vegeriyan Silopiyê.
Xwendekarê pola 8a P.B anî ziman ku bi saya vê perwerdeya telafiyê kêmasiyên xwe yên dersan bi şiklekî serkeftî ji holê rakirine.
A.Ayê xwendekar jî destnîşan kir ku çalakiyên civakî gelekî bi dilê wan bûn û got, "Em piştî perwerdeyê çûne sînemayê jî. Em spasiya hemî aliyan dikin."
Xwendekarekî din bi navê E.S kêfxweşiya xwe ji pêvajoya perwerdeyê anî ziman û got, "Li Batmanê em gelekî rind hatin pêşwazîkirin. Herwiha ji azmûnên ceribandinê jî me pûanên baş sitendin."
Wezareta Perwerdeya Neteweyî bi sedema tundiya PKKya rêxistina terorê, li Diyarbekir, Şirnex û Mêrdînê ji bo xwendekarên ku ji xwendina xwe bêpar mabûn, di tetîla nîvesalê da, dest bi bernameya perwerdeya telafiyê kiribû.