07 Sibat 2016•Rojanekirin: 08 Sibat 2016
ŞIRNAK
Li Cizîrê "Operasyona Şehît Cendirme Astsûbay Çawişê Biqidem Burak Demirci" ya li dijî rêxistina terorê PKKyê nêzîkî dawiyê bû.
Li navçeyê di çarçoveya operasyonê da 564 mensûbên rêxistinê hatin kuştin, 678 barîqatên ku piraniya wan bi teqemeniyên xumalî hatibûn kemînekirin, hatin rakirin, 242 çalên ku terorîstan bi kemçeyan vekiribûn, hatin tijekirin.
Hêzên ewlekariyê li taxa Cûdî û Sûrê, terorîst di nava 10-15 avahiyên li ser xaçerêya Nisêbînê, kolana Ebûl Îz û kuçeya Beyazitê da asê kirin. Rêya revê ya terorîstan hat girtin. Wisa tê nirxandin ku qismek ji terorîstên ku hatin dorpêçkirin ji qadroya çiyê ya rêxistinê ne.
Hêzên ewlekariyê ji ber teqemeniyên çalkirî û nîşanvanan awayekî bi kontrol pêşda diçin. Dema ku avahiyek ji terorîstan hat stendin, tê paqijkirin û dû re derbasî yeke din dibin û wisa dorpêçê teng dikin.
Hezar û 220 teqemeniyên xumalî hatin îmhakirin
Hêzên ewlekariyê li ciyên ku ji destê terorîstan hatin derxistin, teqemeniyên kemînekirî îmha dikin. Di hundirê malên ku ji mensûbên rêxistina terorê tên paqijkirin digel çek û cebilxaneyê, alavên tibbî jî derdikevin.
Li navçeyê 14 hezar û 589 mal hatin kontrolkirin, di van xaniyan da hezar û 220 teqemeniyên xumalî hatin îmhakirin.
Ji maleke li taxa Yafesê 9 kalaşnîkof, 882 fîşeng, 38 şarjor û gelek dokûmenên rêxistinê hatin qefaltin.