ÎSTANBÛL
Xeta Metroyê ya Yenîkapiyê û Pira Metroyê ya Halîç-Şîşhaneyê bi beşdarbûna Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan hat vekirin.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di xeberdana xwe ya merasima vekirina Xeta Metroyê ya Yenîkapiyê û Pira Metroyê ya Halîç-Şîşhaneyê de got: "Ev xeta ku em ê vekin 3 kîlometre û nîv e û ji 3 îstasyonan pêk tê. Lê çêkirina xeta înşeata vê metroyê ji yên herî zor û zehmet ên dinyayê yek e. Dinya alem niha qala 'Marmarayê" dike û ji niha pê de jî dê qala Halîçê bê kirin. Me tu zirar neda berhemên dîrokî û me li ser wan xeta metroyê ava kir."
Pira Halîçê nêzî 200 mêtro li başûrê pira Ûnkapaniyê ye û di 2yê çileya paşîn de dest bi çêkirina wê hat kirin. Li dinyayê teknolojiya pêşveçûyî ya ku di piran de tê bikaranîn di vê pirê de jî hat bikaranîn. Pire li gor pergala ku jê re dibêjin "hilawistok a xwar cable-stayed" hat avakirin.