ANKARA
PYDya baskê Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê, bi çek û muhîmatên ku di xeta sînor ra dixe nav Tirkiyeyê, PKKê bihêz dike.
PYDya ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da, li dijî mixalifan hevkariya rejim û Rûsyayê dike, bi îdiaya ku têkoşînê li dijî DAEŞa rêxistina terorê dike, ji dawî 2014an û bi vir va, ji DYA, Rûsya û gelek welatên Ewropî, piştgiriya siyasî û leşkerî distîne.
Wezareta Bergiriyê ya DYAyê qebûl kiribû ku di cotmeha 2015an da nêzîka 50 tonî muhîmat ji PYDê ra şandiye.
Çavkaniyên herêmî yên Sûriyeyê ji çapemeniya navneteweyî ra rapor kiribûn ku di 2yê berfanbara 2015an da, balafireke leşkerî ya Rûsyayê, 2 ton muhîmat daxistiye herêma Şêx Meqsûda li bakurê Helebê ku kontrola wê di destê PYDê da ye.
Beşar Esed jî di rojnameya The Sunday Timesa ingilîzî da, bi gotina "Belgeyên me hene. Me çek û muhîmat ji wan ra şandin" piştgiriya xwe ya ji PYDê ra eşkere kiribû.
Li gorî agahiyên ku AAyê ji çavkaniyê ewlehiyê sitendine, piştî berfanbara 2015an alîkariyên Rûsyayê yên çek û muhîmatê ji bo hêzên PYDê zêde bûne. Rêveberiya Moskowê jî bi giranî alîkariya fuze û doçkayan daye rêxistinê. Lêbelê ji ser çekan agahiyên der barê ku ew çek malên Rûsyayê ne hatibû jêbirin. Di heman demê da rejima Beşar Esed jî, dest bi dana perwerdeya bikaranîna çekên sivik û yên navend û çekê dijetanq da kir ji bo PKKê.
Çavkaniyên ewlehiyê herwiha tesbît kirin ku piştî cotmeha 2015an bi zêdebûna alîkariya derekî ji PYDê ra, dest bi guhaztina çek û muhîmatan kir ji PKKê ra. Ew dem jî ew dem e ku çalakiyên PKKê li Mêrdîn, Diyarbekir û Şirnexê bihêz bûn.
Ji destpêka par heta nuha, li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê hejmarek gelek roketê dijetanq, serikê roketan, bombeyên destan, tivingên M16ê, tivingên AK-47, tivingên qenas, tivingên BKC yên mekîneyî û muhîmatên wan, demançeyên Glock, muhîmatên doçkayan, dûrbînên şevîn, bêtêl û êlegên hicûmê hatin girtin ku endamên PYD dixwastin bigihînin endamên PKKê yên li Tirkiyeyê.
Muhîmat li aliyekî, endamên rêxistinê yên li Sûriyeyê û kadroyên çiyê yên PKKê yên li Tirkiyeyê piştevaniya hev dikin. Ev di talîmatên Qendîlê da hatin belgekirin.
Hêzên ewlekariyê di 25ê sibatê li ser sînorê Sûriyeyê 2 nîşangirên PYDyî girtin. Ew nîşangir li xwe mikur hatin ku sala 2014an ji Qendîlê hatine Kobanê û bi biryara PYDê, bi mebesta piştgirî dana terorîstên PKKyî, wê biçûna Sûra navçeya Diyarbekirê.
PYD ji bo ku çek û muhîmatê derbasî Tirkiyê bike Qamişloya navçeya Hesekê, bajaroka Amûdê, Efrîna navçeya Helebê, Malîkiyeya gundê Azezê û Kobanêya Helebê bi kar tîne. Ji Qamişloyê derbasî Nisêbîna navçeya Mêrdînê, ji Kobanê derbasî Sirûca navçeya Şanliûrfayê û ji Efrînê derbasî Amanosa herêma Hatayê dibin.news_share_descriptionsubscription_contact
