23 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2016
AFYONKARAHISAR
Serokwezîr Binali Yildirim got "Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) di dewra AK Partiyê da derneketiye, FETO di dewra AK Partiyê da xurt nebûye. Weke ku hin kes hewl didin û dixwazin bidin nîşan ku ev rêxistina terorê di dewra AK Partiyê da ava bûye û xurt bûye. Milamê wan kesan jî ew e ku qusûr û xeletiyên xwe veşêrin. Dîroka vê rêxistina xwînî heta dawiya salên 1960î diçe."
Serokê Giştî Yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim beşdarî 25emîn Civîna Şêwr û Nirxandinê ya partiya xwe ya li Otêla NGyê hat kirin bû. Yildirm di dawiya civînê de axivî got:
"Ez mêze dikim, wexta ku vê rêxistinê (FETO) teletel xwe di nava TSKyê da bicih dikir, yên ku bêdeng bûn, niha zarê wan vebûye, mîna bilbilan diaxivin. Dema ku vê rêxistinê xwe teletel di nava emniyet û darazê da bicih dikir, yên ku bêdengî tercik kirin, diyar e ku niha hişê wan hatiye serê wan."
-Tu parlementerên me, wezîrên me di ByLockê da tune
Serokwezîr Yildirim: "Tu parlementerên me, wezîrên me ne di ByLockê da heye, ne di nav terorê da heye, ne di nav FETOyê da heye."
Yildirim got ku eger CHPyê pirsan bike, bira ewil der heqê peywendiya xwe ya bi vê rêxistinê da pirsyaran bike û wiha dewam kir: "Milet hê jî jibîr nekiriye ku di mixalefeta sereke da guhertina serokê giştî bê çawa bi dafikan çêbû. Em baş pê beled in ku bazariya di mabeynê HDP û rêxistinê da çi ye.
Ji vê yekê bawer bin ku di encama pêvajoyê da yek mexdûr jî dê nemîne, di axira pêvajoyê da yek mensûbê FETO yê di kun û zivingan da jî dê nemîne."
-Ji bo me xeta sor roja destpêka fealiyetên terorê ye
Serokwezîr Yildirim: "Sererkanekî berê derketiye dibêje ku 'Me di 2004an da hişyarî da.' We çi hişyar kir, em li biryarê dinhêrin, 'Cimaeta nûrê û hereketa xizmetê divê were şopandin.' Ji kêngê û pê va cimaet bûne rêxistina terorê. Ji bo me xeta sor roja destpêka fealiyetên terorê ye, ew jî 17ê berfanbarê ye."
-Bila li Mertalê Firatê binerin, bila berê xwe bidin Başîqayê
Serokwezîr Bînalî Yildirim got ku ew kesên ku dixwazin li Sûriyeyê, li Iraqê em wekî şagirt nîşan bidin bila li Mertalê Firatê binerin, bila berê xwe bidin Başîqayê, bila li alaya li wir daliqandî binêrin û wiha pê ve çû:
"Wexta ku mesele bibe meseleya welêt, wê çaxê em li xeberdana kesî nanerin, kî çi dibêje bila bibêje. Çi li hindurê welêt çi li derveyî welêt wexta ku ev têkoşîn li hemberî berjewendiyên me be, em tevbigerin. Wê gavê ew ê pêdiviya me bi destûrdayîna kesî nebe."