09 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
MÛSIL (AA) - Piştî ku Şingala navçeya Mûsilê ji destê rêxistina terorê DAEŞê hat xilaskirin, pêşmerge niha ji ber bi bajarê Telaferê ve xendekan dikolin û li wir nobedê digrin.
Pêşmergeyên ku gihîştin di navbera Şingal û Telefarê dikarin êdî bê dûrbîn bajêr bibînin.
Fermandarê Pêşmergeyan Mîralay Behçed Teymusê ku li mewziya Umum Şebabî ya ku 20 kîlomêtro dûrî bajarê Telaferê ye ji nûçegihanê AAyê re piştî ku Şingal hat girtin hêza milîtanên li herêmê kêm bû û wiha axivî: "Lewra ev der ji bo wan cihekî stratejîk bû. Me li ser rêya ku Mûsil û Şingalê bi hev girêdide hin xendek kola û niha hin cihên ketina bajêr di destê me de ne."
- "Milîtanên DAEŞê bi tenê şev êrîşê dikin"
Teymus got ku DAEŞ niha xwe diparêze û wiha dewam kir: "Beriya êrîşên hewayê yên koalîsyona navneteweyî li herêmê milîtan ji nêz ve dihatin dîtin. Lê piştî êrîşên hewayê êdî kêm tên dîtin. Dema em bi dûrbînê ve li mewziyên bajarên li Telaferê dinêhêrin, em kesî nabînin. Berê 24 saetan êrîş dikirin, lê niha bi tenê şev êrîşî mewziyan dikin û êrîşên xwekujiyê dikin."
- "Me mewziyên xwe li hember êrîşan qewîn kir"
Teymus got ku li hember êrîşên bibombe û mertalên zindî wan tevdîrên xwe dîtine û wiha axivî: "Ji bo ku em li hember van êrîşan li ber xwe bidin, me hemû mewziyên xwe bi dîwarên beton ve qewîn kir. Ji ber ku êrîş şev tên kirin me li hemû mewziyan bi projektorên mezin ve ronî kir. Milîtanên DAEŞê ji bo ku xwe ji êrîşan biparêzin tunelan dikolin. Me dît ku wan di bin sitargehan de tunel vekolane û vê tunelê jî bi tuneleke din ve girêdane ku birevin herin herêmeke din."