ANKARA
Di daxuyaniya Teşkîlata Îstixbarata Netewî (MÎT) de hat gotin ku tu têkiliya teşkîlatê bi kuştinên Parîsê re tuneye. Hinek alî hewl didin bi weşanên ku behsê dikin ve teşkîlata ku bi awayekî çalak di pêvajoya çareseriyê de dixebite lawaz bikin.
Ji Mişawiriya Têkiliyên Çapemenî û Gel ya Musteşariya MÎTê daxuyaniya nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku van rojana di çapemenî û medyaya sosyal de bi hin qeydên dengan û belgeyan hewl didin ku mirina PKKyîyên ku li Parîsê hatin kuştin bi teşkîlatê re têkildar bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Hewl didin ku bi weşanên behsê dikin ve teşkîlata ku bi awayekî çalak di pêvajoya çareseriyê de dixebite lawaz bikin û personelên teşkîlatê yên ku di vê pêvajoyê de peywirdar in deşifre bikin da ku peywirên xwe neynin cih. Ev wek operasyonekê tê nirxandin.
Têkiliya teşkîlata me teqez bi kuştina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Doganê tuneye. Ji bilî vê di nav teşkîlatê de der barê îdiayên ku behs dikin de lêpirsînê dest pê kir.
Teşkîlata me li gor jimara 2937ê ya zagonê tevdigere û peywirên xwe tîne cih û dê vê çarçoveyê de peywira xwe bidomîne.