03 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2015
Walîtiya Mêrdînê li ser qedexeya derketina derve ya ku li Nisêbînê daxuyanî da ku hêzên ewlehiyê nîşane, îşaret û amblem ên rêxistina terorê ya cudaxwaz a li goristana bêdestûr hatibû avakirin, avahî û dezgehên ku tê de xebatên rêxistinî dihatin kirin xirab kir.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de qedexeya derketina derve ya ku li Nisêbînê roja pênşemê saet ji 19.00î pê ve hat sepandin bi bîr xist û ragihand ku li navçeyê ji bo ewlehiya can û malê welatiyan xebatên ku tên kirin wê bênavber bidomin. Hat gotin ku çalên ji hêla rêxistina terorê ve hatibûn kolandin hatin girtin û bombeyên ku hatibûn bicihkirin jî hatin îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên ewlehiyê di operasyonên li dar xistin de balafirşikênek û 450 guleyên wê, çekeke lûledirêj û 3 bombeyên desta girtin û jineka endama rêxistinê jî kuştin.
Ji bilî vê hat gotin ku di çarçoveya operasyonên hatin lidarxistin de 19 gumanbarên ku qedexe binpê kirin, alîkariya rêxistinê dikin û rê li ber hêzên ewlehiyê digirin jî hatin binçavkirin.