Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Nêçîrvan Barzanî der heqê Serokê PYDyê Salih Muslim de got: "Hatina Salih Muslim ya Kurdistanê tiştekî zor nîne. Bi me çareseriya vê pirsgirêkê heye."
Barzanî der barê avakirina hikûmetê de bi Serokê Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê (PZK) Belen Ebdullah re hat bal hev. Piştî hevdîtinê Barzanî daxuyanî da û diyar kir ku PZKyê di avakirina hikûmetê de piştgiriyê bide. Barzanî ji bo rexneyên li ser derengîketina avakirina hikûmeta nû de ji got: "Em dixwazin ku bi hemû partiyan re rûbirû biaxivin û ji ber vê jî hin kes dibêjin ku pêvajoyê zehf dirêj bû. Naxêr pêvajo giran nameşe."
Rojnamevanekî pirs kir got "Qedexekirina hatina Salih Muslim ya Hewlêrê gelo yê rabe an na? Li ser vê Barzanî wiha axivî:
"Hatina Salih Muslîm ya Kurdistanê tiştekî zor nîne. Bi me çareseriya vê pirsgirêkê heye. Lê pirsgirêka herî girîng tevgera PYDyê ye. Em ji tevgera PYDyê ya Sûriyeyê kêfxweş nînin. PYDyê li wê derê her cih hildaye bin destê xwe û nahêle partiyên din siyasetê bikin."
Barzanî bal kişand ku divê PYD destûrê bide partiyên din ên kurdan da ku ew jî xebatên xwe bidomînin û wiha axivî: "Heqê PYDyê tuneye ku ji partiyên siyasî re bêje ez tenê heme. Divê hemû partî li Rojavayê xebatên xwe bidomînin."
Barzanî bi bîr xist ku Wezîrê Parastina rejima Baasê çûye dîtina bajarê Qamişlo û got ku ev tişt encama siyaseta PYDyê ya xelet e.