ANKARA - Rena Nuri-Necip Fazıl Çelik
Di van salên dawî de Tirkiye di her qadê de pêşveçûnên xwe didomîne û balê dikişîne li ser xwe. Di rêzdariya welatan de jî vê serkeftinê nîşan da û 4 derece pêş ket û bû 33yemîn.
Li gor agahiyên rêjeyên "Reputation İnstitute" yên ku nûçegihanê AAyê berhev kirin, bi 27 hezar kesan re anket hat kirin. Encamên vê ankêtê li gor heyranî, rêzdarî û baweriya bi welêt hat rêzkirin. Di rêzkirina Welatên herî Rêzdar de Kanada wekî 2 salên berê jî dîsa bû yekemîn.
Li welatên G8ê bi 27 hezar beşdarvanan re anket hat kirin. Encamên anketê jî li gor mezinahiya aborî û nifûsa welatan, polîtîka û aboriya wan hatin rêzkirin.
Li gor encaman welatên ku li gor par herî zêde pêş ketin Tirkiye, Şîlî û Sûûdî Erebistan e. Ya ku herî zêde li paş ma ji ber qeyrana aboriyê Yewnenistan e. Hindistan, Îsraîl, Arjantîn, Afrîkaya Başûr û Venezûelayê jî Yewnenistanê teqîb kirin.
Di deh salên dawî de pêşveçûna ku Tirkiyeyê nîşan da bala dinyayê kişand li ser xwe. Ji ber qeyrana aboriyê ya kûrewî gelek welat paş ve man lê Tirkiye bi hewla xwe performanseke baş nîşan da. Di sala 2010an de ji sedî 9,2 û di sala 2011an de jî ji sedî 8,5 mezin bû û di nav welatên ku zû pêş ketin de piştî Çînê bû duyemîn.
Rêza pûan û welatên ku di lîsteyê de cih digrin wiha ne.
| Welat |
Pûan |
| Kanada |
76,6 |
| Swêd |
76,5 |
| Swîsre |
76,3 |
| Avustralya |
76,1 |
| Norveç |
74,1 |
| Danîmarka |
73,3 |
| Zelandaya Nû |
72,5 |
| Fînlandiya |
71,8 |
| Avusturya |
70,6 |
| Hollanda |
70,6 |
| Almanya |
68,3 |
| Îrlanda |
67,6 |
| Belçîka |
67,1 |
| Japonya |
66,2 |
| Kraliyeta Yekbûyî |
65,1 |
| Îtalya |
63,9 |
| Fransa |
63,4 |
| Îspanya |
62 |
| Portekîz |
61,6 |
| Sîngapûr |
58,3 |
| Brezîlya |
57,8 |
| DYA |
57,4 |
| Perû |
54,9 |
| Tayland |
54,3 |
| Polonya |
53,2 |
| Tayvan |
52,7 |
| Portorîko |
51,5 |
| Şîlî |
51 |
| Hindistan |
50,7 |
| Arjantîn |
50,2 |
| MYE |
49,3 |
| Yewnenistan |
47,4 |
| Koreya Başûr |
47,2 |
| Tirkiye |
47,2 |
| Meksîka |
47 |
| Afrîkaya Başûr |
46,8 |
| Îsraîl |
46,1 |
| Haîtî |
45,8 |
| Venezûela |
45,5 |
| Misir |
43,9 |
| Bolîvya |
43,7 |
| Ûkrayna |
43,3 |
| Siûdî Erebistan |
40,1 |
| Çîn |
37,8 |
| Kolombiya |
37,8 |
| Rûsya |
36,7 |
| Nîjerya |
34 |
| Pakistan |
28,8 |
| Îran |
22,6 |
| Iraq |
21,2 |