16 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
ANKARA/HELEB
Rûsya di êrîşên xwe yên ku bêtirî 4 mehan e li Heleb, Îdlib, Lazqiye û Derayê didomîne da li herêmên di kontrola muxalifan da li 22 nexweşxane û 27 dibistanan da.
Rûsya li Sûriyeyê bi îdiaya "têkoşîna dijî terorê" hemleyên asîmanî pêk tîne, lê ev hemleyên asîmanî yên Rûsyayê ji unsûrên DAEŞê bêtir, muxalifên netundraw û xelkê sivîl ên ku li deverên di kontrola muxalifan da ne dikin hedefa xwe. Beramberê vê, hejmara hemleyên ûris ên dijî deverên di kontrola DAEŞê da kêmtir in.
Rûsya ji 30ê Îlona 2015an vir da li Îdlib, Heleb, Hums, Hema, Şam û Derayê li dijî ciyên ku di destê muxalifan da ne êrîşan pêk tîne. Rûsyayê di êrîşên xwe da digel mizgeft, nexweşxane û firinan, dibistan û kreş jî kirin hedefa xwe.
Li gorî agahiya ku ji jêderên herêmî hat wergirtin, Rûsyayê heya niha li deverên di kontrola muxalifan da êrîş bir ser 22 nexweşxaneyan. Li Heleb, Îdlib, Lazqiye û Derayê nexweşxaneyên ku li deverên di kontrola muxalifan da ne bûn hedefa rûsan, ji van 8 nexweşxane bi temamî kavil bûn.
Nexweşxaneyên ku bûn hedefa firokeyên şer ên ûris ev in:
Li Azeza navçeya Helebê nexweşxaneyên zarok û nexweşiyên jinan, li başûrê Helebê devera Hadirê nexweşxaneyên dewletê Hadir û el-Ays, li navçeya Etarîbê nexweşxaneyeke sehrayê, li navçeya Babê nexweşxaneyeke sehrayê, Nexweşxaneya Anadanê û Nexweşxaneya Hreytanê, li navçeya Maret û Nûmanê yên Îdlibê, Nexweşxaneya Rêxistina Doktorên Sînorşikên (MSF), Nexweşxaneya Wetan, Nexweşxaneya Orient, Nexweşxaneya Hubeyd, Nexweşxaneya Ebû Duxûr, li bajarokê Kafr Nubûlê navendeke tenduristiyê, li bajarokê Sermînê nexweşxaneya sehrayê, Nexweşxaneya MSFyê ya li rojhilatê bakurê Lazqiyeyê, Nexweşxaneya Yamadiyeyê, Nexweşxaneya Barnasê, Nexweşxaneya Îxlasê, li rojhilatê Derayê Nexweşxaneya Sayde û Gariyeyê,li bajarê Derayê jî ji ber êrîş û firîna firokeyên şer ên ûris 7 nexweşxaneyan wekî tevdîr, fealiyetên xwe rawestandin.
- "Êrîş, mirovahî û wijdanê birîndar dikin"
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq, piştî ku duhê li Heleb û Îdlibê bi fuzeyan, li dijî 5 dezgehên tenduristiyê û 2 dibistanan êrîş pêk hat û şûnde daxuyandibû ku tevî zarokan nêzîkî 50 kes mirin.
Di daxuyaniya Wezareta Kerên Derva da jî wiha hatibû gotin, "Ev êrîşên ku em bi tundî şermezar dikin, mirovahî û wijdanê birîndar dikin. Di hiqûqa navneteweyî da beramberiya van êrîşan, sûcê şer e."
- Dibistan jî di hedefê da ne
Rûsya di êrîşên xwe yên ku bêtirî 4 mehan e dewam dike da li herêmên di kontrola muxalifan da li 27 dibistanan da.
Li gorî agahiya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya ku di 14ê Îlona 2013an da bi destê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Muxalif û Şoreşgerên Sûriyeyê ya ku rêxistina sîwana muxalifan e va hatibû avakirin, heta niha di êrîşên rûsan da 14 li Helebê, 6 li Îdlibê, 3ê li Şamê, yek li Reqayê û yek jî li Dêr Zorê bi tevahî 25 dibistan hatin bombebarankirin.
Herî dawî duhê Fona Alîkariya Seba Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daxuyandibû ku li Azeza navçeya Helebê di encama êrîşên dijî du dibistanan da 6 zarok mirin.
Li Helebê dibistanên li navçeya Anjara û Atarîbê û li gundên Hur, Kefer Dael, Kefer Maya, Manak û Yakîd el Adasê jî bûn hedefa êrîşên rûsan.
Dîsa li bajarê Îdlibê jî li navçeyên mîna Carcanaz, Cîsr er Şuxûr, Maarat û Sarmada, li bajarokê Ramî û Kansafrayê, herwisa li Şamê jî li navçeya Dûma û bajarokê Dêr Asafîlê dibistan bûn hedefa rûsan.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) di hemleyên asîmanî yên ûris da ku ji 30ê Îlona 2015an vir da dewam dikin, 163 avahiyên mîna dibistan, nexweşxane û mizgeft bûn hedef.
Li gorî agahiya ku ji ekîbên parastina sivîl hat wergirtin, ji 26ê rêbendanê pê ve di hemleyên asîmanî yên ûris ên dijî deverên di kontrola muxalifan da bi tevahî hezar û 815 sivîl mirin.