03 Mijdar 2016•Rojanekirin: 04 Mijdar 2016
BATMAN
Arîkarê Walî Ertug Şevket Aksoyê ku bi Qerarnameya di Hikmê Qerarnameyê (KHK) de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve li Batmanê hat peywirdarkirin got ku "Em ji bo ku bi awayekî herî baş xizmetê bidin dê êdî bajêr bi mixtarên xwe yên bajêr re bi rê ve bibin."
Aksoy di civîna ku li Hêwana Konferansê ya Şaredariya Batmanê bi beşdariya mixtarên taxan hat kirin de diyar kir ku di tespîtkirina pirsgirêkên bajêr de mixtar giring in.
Aksoy da zanîn ku dînamîkên herî girîng ên bajêr mixtar in û got ku mixtar mifteyên bajêr in.
Aksoy qal kir ku mixtar her dem di nav mirovan de ne û wiha axivî:
"Ji ber vê yekê jî di tespîtkirina pirsgirêkên wan de dînamîkên herî girîng in. Em ê mehê carekî bi mixtarên xwe re bên bal hev. Em ji bo ku pirsgirêkên bajêr bên tespîtkirin û pirsgirêk bên çareserkirin serî li nêrînên mixtarên xwe bidin. Em ji bo ku bi awayekî herî baş xizmetê bidin dê êdî bajêr bi mixtarên xwe yên bajêr re bi rê ve bibin."
Digel mixtaran Arîkarê Şaredar Abdulvahap Asma û midûrên yekîneyan jî beşdarî civînê bûn.